muhacir
Elhamdülillah

DUÂ: 30
Çevrimdýþý
Mesaj Sayýsý: 173
|
 |
« : 29 Temmuz 2008, 20:41:55 » |
|
(Muhterem kardeþlerim Miraçla ilgili kürtçe güzel bir makaledir.)
Ji bo ku em hinek ayetên xwe nîþanî wî bidin, Xwedayê ku evdê xwe ji Mescîda Heram birîye Mescîda Aqsa ku me dora wê pîroz kiriye, ji kêmasîyan berî ye. Bi rastî ew bihîstkar û dîdar e. (Sûreta Ýsra-1)
************
Ji buyera ku di vê ayetê de tê qalkýrýn re, “Ýsra” û Mîrac” têgotin. Li gorî hedîsên sehîh ev buyer salekê berê hîcretê qewumî ye. Di hedîsan de û di gelek kitêbên sîyerê de di derheqê vê buyerê de gelek rîwayet hatine neqilkirin. Enes bîn Malîk, Malîk bîn Se’se’e,Ebu Zerê Xefarî û Ebu Hureyre (Xwedê ji teva razî be) teferruata buyerê rîwayet kirine. Ji xêynî vanan Hz. Umer, Hz.Elî, îbnî Ebbas, Ebu Seîd el Xudrî, Huzeyfe bîn Yeman û Hz. Aîþe jî hinek birrên vê buyerê neqil kirine.
Di vê ayetê de Qur’an, qala qismekî rêwîtîyê tenê dike. Qala rêwîtîya ji Mescîdê Heram çuyîna Mescîdê Aqsa dike. Wekî ku di vê ayetê de jî tê qalkirin, mexseda Xwedê Teala, hinek ayetên xwe nîþanê evdê xwe bide. Qur’an ji vê ayetê pêve qala teferruata buyerê nake. Lê em teferrutên din ji hedîsan hîn dibin.
Þeva Mîracê, Di meha Recebê þeva bist û heftan de ye. Mîrac tê maneya derencê. Di vê þevê de resulullah derketîye esmanan ku mahîyeta wî em nizanin.
Ehlê Mekkeyê bawerî nedianîn û pirr eza û cefa bi muslimanan didan kiþandin. Pêxember pirr ber diket. Salek berê hîcretê pêncî û yek salî bu. Zeyd bîn Harîse girt û bi hev re çun Taîfê. Þîret û nesîhet li Taîfîyan kirin lê kesî bawerî pê neanî. Tinazê xwe pê kirin û bi destê zarokên xwe dan ber keviran. Ji ber vê buyerê re pirr xemgin bu. Pîyê wî di nav birînan de mabu û serê Zeyd þikiya bu. Resulullah pirr mahzûn û xemgîn bu.
Gava bi bêhêvî, xemgînî û bi betilandî vedigerîyan, li kêleka rê runiþtin. Li wir xwedîyê rez Þeybe û Utbe bi koleyê xwe Addas, ji her yekê re guþîyek tirî þand.
Gava pêxember (a.s) tirî xwar, bi besmele destpê kir. Addas wêçaxê fille bu. Gava ev kelîme bihîst ecêb ma û got:
-Çend sale ku ez li virim, min ji kesî kelîmeyek wuha nebihîst. Ma ev çi peyve?
Resulullah jê pirsî:
-Tu Ji ku yî?
Addas
-Ji Nînovayê
Resulullah:
-Tu ji welatê Yunis (a.s) î.
Addas:
-Tu wî ji ku ve nas dikî, Li van deran kes Wî nas nake?
Resulullah:
-Ew birayê min e. Ew ji wek min pêxember bu.
Addas:
-Xwedîyê vî rûyê xweþik û van gotinê þêrîn ne derewîn e. Min bawer kir ku tu resulê Xweda yî. Ya resulullah, ev çendik û çend sale ku ez ji van derewînan re koletîyê dikim. Heqê her kesî dixwin û her kesî dixapînin. Ji bo ku malê dinyayê bicivînin û þehweta xwe tatmîn bikin, her rezîlîyê dikin. Tu karekî wan ên baþ tune. Ez ji wan dikerixim. Ez dixwazim bi te re werim.
Resulullah kenîya û got:
-Aniha li cem efendîyê xwe bimîne. Hindik maye ku tuyê navê min ji her derê bibihîsî. Wê demê were cem min.
Hinekî îstirhet kir û xwîn û birînên xwe paqij kirin. Paþê ber bi Mekeyê de meþîyan. Tarî ket erdê ketin bajêr. Çend mehan li mekkeyê tengî û cefa kiþandin. Her alîyê wî neyar bu. Cîyê ku pêda here tunebu. Çu mala keça Ebu Talîp Ummu Hanî yê. Wê demê Ummu Hanîyê hê bawerî neanî bu. Gava derî lêket pirsî:
-Tu kî yî?
Resulullah:
-Ez kurê apê te Muhammed im. Eger tu qebul bikî, ez bi mêvandarî hatim.
Ummu Hanî:
-Canê min qurbana mêvanê wek te ku xwedî gotina rast, emîn, bi rûmet û asîl be. Te berê bigota min ji bo te tiþtek hazir bikira. Tiþtekî ku ez îkramî te bikim di mala min de tune.
Resulullah:
-Ez xwarin û vexwarinê naxwazim. Di çavê min de tu tiþtek tune. Ji bo ku ez ji Rebbê xwe re dua bikim û îbadet bikim cîyekî bide min.
Ummî Hanî resulullah girt hundir û hesir û teþt û misînek dayê.
Resulullah wê rojê pirr êþîya bu. Desmêj girt û lavayî ji Rebbê xwe re kir û efu xwest. Ji bo ku evdê wî bawerî bînin, ji Rebbê xwe re dua kir. Pirr betilî, birçî û xemgîn bu. Li ser hesîrê xwe dirêj kir û xew ve çu.
Wê gavê Xwedê Teala ji Cebraîl (a.s) re got:
-Min pêxemberê xwe pirr xemgîn kir. Min laþê wî û dilê wî pirr êþand. Di vê rewþê de jî, ji min re lavayî dike. Ji min pêve li tu tiþtekî nafikire. Here Hebîbê min bîne. Cinnet û Cehennema min nîþanê wî de. Bira nîmetên ku min ji bo wî û ji bo ên ji wî hiz dike re hazir kiriye bibîne. Ezabê ku min ji bo ên bi wî bawerî naynin û bi hal û hereketê xwe û gotinê xwe wî diêþînin re hazir kiriye bibînin. Ezê wî teselî bikim. Ezê birînê dilê wî tedavî bikim.
Gava Cebraîl (a.s) Ji bo Mîracê hat cem pêxember (a.s) jê re wuha got:
- Ey ewê di ser humu Mehlukatî re! Ey berdilkê xaliqê xwe! Ey efendîyê pêxemberan, menbaya qencîyan û çavkanîya bilindîyan û pêxemberê bi rûmet! Rebbê te silavê li te dike û nî’metê ku nedaye tu pêxemberekî îhsanî te dike. Te dawetî cem xwe dike rabe kerem ke em herin.
Wê þevê Cebraîl (a.s) Hz. Pêxember (a.s) li Buraqê suwar kir û ji Mescîdê Heram bir Mescîdê Aqsa. Pêxember (a.s) li wir bi pêxemberên din re nimêj kir û paþê ber bi tebeqeyên esmanan ve bilind bu û rastî hinek pêxemberên mezin hat. Paþê ber bi tebeqeya herî bilind ve çû û çu hizura Xwedê Teala. Li mîracê pênc wext nimêj ferz bu. Paþê pêxember (a.s) vegerîya Mescîdê Heram. Li gor hedîsekî di vê rêwîtîyê de cinnet û cehennem jî jê re hatiye nîþandan.
Li gor hedîsên ewle gava pêxember (a.s) ji muþrîkên Mekeyê re qala vê buyerê kir, muþrîkan tinazê xwe pêkirin û ji mu’mînan jî, hinek kes ketin gumanê.
Ewên ku nêta wan hebu ku bibin musliman, di ser vê buyerê re dev ji musilmantîyê berdan. Muþrîk bi dilxweþî, kêf û þahî hatin mala Hz. Ebu Bekir. Lewra zanibun ku ew mirovekî biaqil, bi hesab û xwedî tecrube ye. Li derî xistin û gotin:
_ Ey Ebu Bekir! Tu pirr carî çuy Qudusê û hatî. Baþ dizanî. Ji Mekkeyê heta Quddusê çuyîn û hatin çend rojan berxwe dide?
Ebu Bekir:
- Belê baþ dizanim. Ji mehekê zêdetir berxwe dide.
Muþrîk bi vê gotinê kêfxweþ bun û gotin: “Halê mirovê jîr û bi tecrube awa ye. Kenîyan û bi henek û tinazî jê re wuha gotin:
- Efendîyê te dibêje, ez di þevekê de ji Mekkeyê çume Quddusê û hatime. Êdî baþ xerifî ye.
Gava Hz. Ebu Bekir Navê pêxember (a.s) bihîst wuha got:
Eger wî gotibe rast e. Çuye û hatiye. Muþrîk þaþ man û ji hev re gotin:
-Wey lo Muhammed çi efsunkarekî mezin e. Sêhr li Ebu Bekir kiri ye.
Ebu Bekir hema cilê xwe li xwe kir û çu cem pêxember (a.s)
Bi dengê bilind wuha got:
- Ya Resulullah Mîr’aca te li ser xêrê be!
Wê rojê Resulullah Ji Ebu Bekir re got: “Siddiq”
Pênc wext nimêj li vir ferz buye û esasê bawerîyê ku di Sûreta Beqere herdu ayetên paþîn de derbas dibe jî, li wir daketî ye.dîsa mizgîna ji ummeta wî kesê ku þîrk nekiriye wê têkeve cinnetê jî jê re hatiye dayîn.
Pêxember bi tiþtê Rebbê wî jê ra daxistibu bawerî anî. Mu’mînan jî (bawer kirin). Hemuyan bi Xweda û melaîketên wî û kitêbên wî û pêxemberên wî bawer kirin û wuha gotin: “Em cudatî nakin nabeyna wan yekê, ji pêxemberên wî û gotibun: me bihîst û îtaet kir. (Ya Rebbî) me efu bike zivirandin (a me) bal bi te ve ye.” (Beqere:285)
Xweda li tu kesî, ji hêz (û quwwet) a wî pêve barekî lê bar nake. Qencîya ku dike ji wî ra ye û xerabîya dike jî, xisara wî ye. Rebbê me! Em ji bîr bikin yajî xeletekî bikin, tu me mesul negre. Rebbê me! Wekî ku te li ê berî me bar kirîya barekî giran li me jî bar neke. Me efu bike, mexfîretê li me bike û rehmê li me bike. Tu mewlayê me yî li hemberî qewmê kafir alîkarîya me bike.(Beqere:286)
Dîsa di vê þevê de Xwedê Teala hinek wecîbe nîþanê resulullah daye û di þexsê wî de li me jî ferman kiri ye. Evanan duwazdeh madde ye û ev maddeyana di sûreta Îsra ayetên 23 û 39. de derbas dibe:
Emir kiriye ku ji wî pêve, ji kesî ra îbadet nekin û ji dê û bavê xwe ra qencîyê bikin. Eger ji wan yek yajî herdu li cem te bigîhîje extiyarîyê ji wan ra nebêje “of” jî. Li wan hêrs nebe û gotinê xweþ ji wan ra bibêje. (Îsra:23)
Evanan ji hîkmetên Rebbê te ne ku me ji te ra wehîy kiri ye. Tu bi Xweda ra îlahekî din negre. Paþê tuyê bi gilî û gazin û qewurandî bikevî cehennem ê. (Îsra:39)
Divê vê þevê meriv bi rojî û bi îbadet derbas bike. Qur’anê Kerîm bixwîne û nimêj bike.
FÝKRÎ AMEDÎ / ufkumuz.net
|